Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jiber Deynan Mafên Dengdanê yên Heft Dewletan Radiwestîne


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ku 7 dewletên ku deynên xwe nedane mafên xwe yên dengdanê yên li Civata Giştî hinda kirine.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres ji Serokê Civata Giştî Volkan Bozkır re dîyar kir ku Nîjer, Lîbya, Komara Afrîqa Navîn, Komara Kongo, Sudana Başûr û Zîmbabwe êdî nikarin dengan bidin.

Li gor rêzikên NY’ê, welatên ku deynên xwe yên beşdarîyê ji du salan yan jê bêhtir nedin mafên xwe yên dengdanê hinda dikin.

Guterres di nameyê de deynên welatan nivîsî û rêjeya bo ew jinûve mafên dengdanê bi dest xin jî eşkere kir.

Budçeya salane ya NY’ê 3,2 mîlyar euro ye û deynê Îranê 16,2 mîlyon euro ye.

NY xêncî wê budçeyê bo operasyonên aştîyê jî her sal 6,5 mîlyar euro vediqetîne.

Di sala 2020’an de, Lubnan, Yemen, Gambîa, Tonga, Komara Afrîqa Navîn û Lesotho jiber ku deynên xwe nedabûn mafên xwe yên dengdanê hinda kiribûn.

XS
SM
MD
LG