Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîşanên Nexweşîya Şekirê


Nîşanên Nexweşîya Şekirê
Nîşanên Nexweşîya Şekirê

1- Nîşaneya yêkê, eger berdewam tênî bî û avê vexwî û berdewam cîye destavê, her wusa eger bi şevê ji xew şîyar bî bo destavê.

2- Eger şekira te gelek bilind be, ew dê bibe egera kêmkirina kêşa mirovî. Nêzîkî 4.5 heta 9 kiloya dê 2 mehan kêm kî, belê evê ne bi rengekî saxlem e.

3- Nîşaneya 3ê ya nexweşîya şekirê, demê mirov ji nişkêve gelek birsî be evê dê bibe eger ku astê şekirê an gelek bilind an jî gelek kêm be.

4- Jiber ku xwîna mirovê baş neyê û biçe, pêstê mirovî gelek dibixorîyêt an jî zêde hişik dibe.

5- nîşaneyeke dî ya nexweşîya şekirê ew e ku leşê kesekî zû çênabe, ji birînekê an jî ji kulbuneke. 6- her wusa kulbuna nav leşê mirovî nîşaneyeke dî ye, bo nimone, kulbuna hinava an devî.

7- Demê kesekî astê şekira wî ya bilind be, gelek hest bi mandîbûnê dike û ew westîyan berdewam dike.

8- Eger bînahîya çavên mirovî ji nîşkêve kêm bibe an jî car bi car ronahîyeka tûj bibîn ,ev nîşaneya aste şekireke bilind e.

9- Sarbun û glizanga dest û pîyan û her wusa êşan û werimtîna wan, jiber hindê ye ku nexweşîya şekirê zîyanê digehîne rehên dest û pîyan.

10- Ya ji hema giringtir ew e ku pitir ji carekê fehsa xwînê bête kirin heta bizanin ka mirov tuşî nexxweşîya şekirê bûye yan ne.

XS
SM
MD
LG