Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Nicholson: Hewildanên Ser Aştîya Afganistanê dê Gelek Salan Bidome


Fermandarê yekîneyên Amerîka yên li Afganistanê Kolonel John Nicholson, ser daxwaza hevdîtinên aştîyê yên bi Talîbanê re axifî.

Karbidestên Amerîkî didin zanîn ku Talîban jiber ku di cengê de, ku 16 sal in didome, ti tişt bi dest nexistiye westîyaye.

Nicholson dîyar kir ku Talîbanê heta du salên berê daxwaza aştîyê bi tundî red dikir, jiber wê jî wan hay jê heye ku bo ew encamekê ji hevdîtinan derxînin, divê bi salan bixebitin.

Rêvebirîya Trump bo cengê di hewildanekê de ye û bo pevçûnên dê di biharê de destpê bikin jî hin pereyên nû veqetandin û Nicholson piştî vê ser aştîyê axifî.

Jiber ku li Aftanistanê ewlekarî hîn jî gelekî qels e dê hilbijartinên Tîrmehê werin taloq kirin.

John Nicholson bi bîr xist ku Trump bang li Pakîstanê kiriye ku alîkarîya bo çekdarên girêdayî Talîbanê rawestîne, lê wan hîn ti encam ji vê daxwazê negirtiye.

Rêvebirîya Amerîka ji 2001’ê vir ve dijî Talîbanê şer dike û rêxistinê di 17 salan de axa di bin kontrola xwe de zêdetir kir.

Serokê Afganistanê Eşref Ganî bo aştîyê bêşert bang li Talîbanê kiribû, lê rêxistinê ti bersiv nedabû. Talîbanê berê dabû zanîn ku ewê tenê bi karbidestên Washingtonê re kom bibe.

XS
SM
MD
LG