Balafireka rêwiyan roja Yekşemê bi avahiyeka bajarê Lagos ket û bi kêmî ve 150 kes di nav wê balafirê de bûn.
Karbidestên desthilata Esmanî ya Sivîl ya Nîjeryayê dibêjin ku ew balafir li bajarê Abuca ber bi bajarê Lagos diçû dema bi avahiyeka du-qatî ket.
Hejmara miriyan yan birîndaran ne eşkere ye, lê belê Ajansa Nûçeyan ya Fransî li ser zimanê karbidestan radigihîne ku dibe ku tu rêwî bi saxî derbaz nebin.
Balafir li cûrê Boeing MD-83 ye û ser bi Dana Airlines e.