Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Yûsif: Jibo Peydakirina Dermanê Korona Geşbîn Im


Rewşa kurdên Sûriyê ji ber vîrûsa korona di astengî û zor û dijwariyan de derbas dibe, him bandora wê li ser aboriya xelkê heye û ya din jî nebûna alav û keresteyên tenduristiyê bandorek neyînî li nexweşan û jimara wan kiriye, lê belê niha piştî peydakirina dermanê vê vîrûsê, êdî çavê xelkê li çareseiyê ye.

Di derbarî rewşa heyî de Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Dr. Yûsif Rustem , pizîşkê Nijdar ê giştî li Nexweşxana Niştîmanî li Hesekê re kir, da ku pêzanînên zêdetir bide û rewşê baştir şîrove bike.

Dr. Yûsif dibêje, ku niha hin agahî û têgihiştin li ba gel bêtir çêbûye û ev yek bûye alîkar ji bo parastinê û alîkariya textoran jî.

Wekî din jî, wî anî ziman ku ew geşbîn e jiber peydakirina dermanê vîrûsa korona û çavê wan li rê ye ku bighêje herêmên kurdî li sûriyê.

Hepeyvîna Dr Yûsif Rustem-12-13-2020-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:56 0:00


XS
SM
MD
LG