Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewleta Îslamî Êrîşa li Malî Hilgirt Ser Xwe


A map of Niger and surrounding countries, with Niger's Tillaberi region highlighted.
A map of Niger and surrounding countries, with Niger's Tillaberi region highlighted.

Rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Pêncşemê ragihand ku endamên wê êrîşa roja Sêşemê li Malî pêk anî.

Dewleta Îslamî ya li Afrîqaya Rojava di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku çekdarên wê êrîşa ser kampa leşkerî ya li nêzî tixubê Nîjerê encam dan.

Daxuyanîyê îdia kir ku di êrîşê de herî kêm 100 leşkerên Malîyî hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.

Artêşa Nîjerî roja Çarşemê ragihandibû ku di êrîşê de 71 leşkerên wê hatine kuştin.

Hêjayî balkşandinê ye ku cîhadîyên ku ligel DAIŞ’ê û El Qaydê peywendîdar in, di demên dawî de êrîşên xwe li rojavayê Afrîqa zêde kirine, tevî ku bi hezaran hêzên xwecîhî û bîyanî ji wê hêrêmê re hatine şandin ku rê li ber xurtbûna wan bigirin.

XS
SM
MD
LG