Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîjerya bo Vaksînan Spasîya Amerîka Dike


Wezîrê Saxlemî yê Nîjerya ragihand ku 4 mîlyon doz vaksînên vîrusa korona yên Moderna yên Amerîka şandine gêhiştine ber destên wan.

Osagie Ehanire da zanîn ku piştî pejirandina karanînê vaksîn dê ji eyaletan re werin şadin.

Amerîka hefteya borî ji Nîjerya û Afrîqaya Başûr re bi qasî 10 mîlyon doz vaksîn şandibûn.

Ehanire dîyar kir ku ew dê bi saya Amerîka di demeke nêz de dest bi bernameya karanîna vaksînên Moderna bikin û spasîya washingtonê kir.

Wî bê ku hûrgilîyê bide got ku Nîjerya dê heta dawîyê salê pirtir ji 40 mîlyon doz bistîne.

Nîjerya, ku welatê herî qelebalix yê Afrîqa ye, bi pêlan sêyan ya vîrusa korona re rûbirû maye û karbidestên wê welatîyan ser cureya Delta hişyar dikin.

Ji destpêka pandemîya vîrusa korona vir ve li Nîjerya 174,315 kes bi vîrusê ketine û 2,149 kes bi wê mirine.

Hin doktorên Nîjerya jiber derengketina mûçeyan roja Duşemê dest bi grevê kirine.

XS
SM
MD
LG