Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nikki Haley: Em Şer Naxwazin, Lê Sebra Me jî Heta Cîhekî


Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî
Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bi rojeva Koreya Bakur demûdest kom bû. Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley got ku ‘’Amerîka şer naxwaze, lê sebra me jî heta cîhekî’’

Haley bang li Civata Ewlekarî kir ku tedbîrên herî bi hêz bistîne.

Balyoza Amerîka dîyar ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bi kiryarên xwe cengê dixwaze.

‘’Êdî bes e. Amerîka şer naxwaze, lê sebra me jî heta cîhekî. Berî ku pir dereng be, divê em hemî rêkên dîplomatîk bikar bînin.’’ Haley got.

Nûnerê Çînê jî da zanîn ku ‘’ewê nehêlin ku li herêmê kaos û şer çêbe’’. Çînê bang li Koreya Bakur kir ku dawî li ‘’kiryarên şaş’’ bîne û ji hemî alîyan xwest ku guh bidin pêşnîyaza Pekînê.

Çîn ji Pyongyangê dixwaze ku bernameya xwe ya navokî rawestîne û bang li Amerîka û Koreya Başûr jî dike ku dawî li tatbîqatên leşkeri bîne.

Nûnerê Rûsya da zanîn ku kêşeya heyî tenê bi rêkên dîplomatîk çareser dibe û dîyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY dikare hewilên xwe yên navbeynkarîyê zêdetir bike.

Japonya û Fransa jî dijî Koreya Bakur toleyên nû xwestin.

XS
SM
MD
LG