Serokê Amerîkayê Donald Trump Înê bi çev ragihand ku hêzên Amerîkayê bi fermana wî serokê bandeke çeteyan a herî metirsîdar û tawankar di operasyoneke leşkerî de li Venezuelayê kuşt.
Di peyamekê de li ser Truth Social, Serok Trump got ku wî ferman daye Fermandarîya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) ku "êrîşeke bilez û kujer" li dijî Héctor Rusthenford Guerrero Flores, ku wekî "Nino Guerrero" jî tê nasîn, bidin destpêkirin.
Guerrero serokê koma çeteyên Tren De Aragua bû. Washington vê banda çeteyan wekî yek ji "rêxistinên terorîst ên herî metirsîdar yên cîhanê" binav dike.
Serok Trump herwiha got ku operasyon bi hevahengîyeke nêzîk ligel karbidestên Venezuelayê hatiye kirin.
Wezareta Ragihandinê ya Venezuelayê piştrast kir ku di dema operasyonê de bi endamên torên tawankar re pevçûn çêbûne û Guerrero hatiye kuştin.
Tren de Aragua di destpêkê de li girtîgehên Venezuelayê hatiye damezrandin, lê paşê li gelek welatên Amerîkaya Latîn û hin deverên Ewrupayê veguherîye toreke tawankar a navneteweyî.
Band bi sûcên wekî bazirganîya madeyên hişber, bazirganîya mirovan, zorbazî, şûştina pereyan û tundûtûjîyê hatiye tawanbarkirin.
Di sala 2025'an de, piştî ku Trump fermaneke serokatîyê îmze kir da ku dest bi pêvajoya destnîşankirina kartel û torên tawankar wekî rêxistinên terorîst bike, Wezareta Derve ya Amerîkayê Tren de Araguay wekî "rêxistineke terorîst a biyanî" binav kir.
Rêveberîya Trump gelek tedbîrên dijwar li dijî endam û hevkarên Tren de Aragua girtin, di nav de cezayên darayî û hewldanên ji bo dersînorkirina endamên gumanbar ên komê ji axa Amerîkayê.
Karbidestên Amerîkayê bi berdewamî gotine ku bi sed hezaran kesên gumanbar ên bi komê ve girêdayî li Amerîkayê hatine girtin an dersînorkirin.
Guerrero, ku bi salan Tren de Aragua birêve dibir, ji hêla Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve wekî yek ji rêberên herî girîng ên torê hatibû destnîşankirin. Xelateke 5 mîlyon dolar ji bo agahdarîya ku bibe sedema girtina wî hatibû pêşkêş kirin.