Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Şêxmûs Sefer Serdana BDP'ê ya Amerîkaye Dinirxîne


Şandeya sîyasetvanên Kurd serdana xwe ya Amerîkayê dawî anî û roja Duşemê vegerîya Tirkîyê.

Kurdên ku li Washingtonê dijîn li Firîngeha Dulles'ê li benda hatina şandeya BDP'ê ne

Şandeya Partîya Aştî û Demkokrasîyê (BDP) ku ji Hevserokên partîyê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Serokê Kongreya Civata Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û parlamanterê BDP’ê yê bajarê Wanê Nazmî Gur pêk dihat, piştî hevdîtinên xwe yên li paytaxt Washington, New York û San Fransico vegerîyan Stenbolê.

Tevî ku serdana sîyasetvanên Kurd bi dawî hatibe jî nûçe û raportên ser wê di medyaya Tirkî de berdewam in. Gelek nivîs di nav rojnameyan de derdikevin ku serdana BDP’ê ya Amerîkayê rexne dikin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Serokê Komela Nivîskarên Kurd, Şêxmûs Sefer dibêje, mafê BDP’ê heye ku serdana Amerîkayê bike û sîyaseta xwe ji karbidestên wî welatî re dîyar bike.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG