Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Fehîm Işik Têkîlîyên Tirkîye û Fransayê Dinirxîne


Nivîskar Fehîm Işik Têkîlîyên Tirkîye û Fransayê Dinirxîne
Nivîskar Fehîm Işik Têkîlîyên Tirkîye û Fransayê Dinirxîne

Tirkîyê biryara Senatoya Fransî rexne kir ku înkarkirina jenosîda Ermenîyan ji alîyê Tirkan ve, wekî sûc qebûl dike

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê got, pêşnîyara ku Senatoya Fransî pejirand, bê qiymet e. Wî, her wiha soza danana ceza û toleyên nû li hember Fransayê da

Wezîrê Derve yê Fransî Alain Juppe jî got, ew bi hêvî ye ku peywendîyên navbêra Fransayê û Tirkîyê jinûve vegerin asteke erênî û avakêr.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de, nivîskar Fehîm Işik têkîlîyên navbêra Tirkîye û Fransayê dinirxîne.

Birêz Işik dibêje, dibe ku heta demekê peywendîyên her du alîyan xirab bin, lê di dawîyê de têkîlîyên wan wê baş bin, jiber ku dewlet li gorî berjewendîyên xwe sîyaseta xwe pêk tînin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka “Guhdarî kirin”a jorîn klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG