Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Hejarê Şamîl Qala Bûyerên Qirgizîstanê Dike


Nivîskar Hajarê Şamîl
Nivîskar Hajarê Şamîl

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Hejarê Şamîl derheqa bûyerên vê dawîyê li Qirgizîstanê agahdarîyên nû dide.

Birêz Şamîl dibêje, Qirgizîstan tenê yek welateke ku hem bingehên leşkerî ya Rûsî û hem jî ya Amerîkî lê heye. Rûsya sê mîlyon dolar kerdî dabû hikûmeta Qirgiz ku leşkerên Amerîkî ji wî welatî derxin. Her çi qas Serok Kurmanbek Bakiyev soz dabû Rûsan ku bingeha leşkerî ya Amerîkî bigire, lê wê yekê bicîh neanî û Rûsan xapand. Loma, Rûsya jî piştevanîya opozîsyonê da ku desthilata welatî bixe bin kontrola xwe.

Hejarê Şamîl dibêje, bi bawerîya wî kêşeya Qirgizîstanê li Bişkek çareser nabe, çimkî Qirgiz li hev nayên. Lê, ew kêşa bi rekeftina Rûsya û Amerîka dikane bête çareser kirin.

Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.

XS
SM
MD
LG