Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xidir Uso: Biryara Dadgeha Tirk ya Ser Hrant Doza Dink Sîyasî ye


Hezkirîyên Hrank Dink bi gul û kûlîlkan wî bibîr tînin
Hezkirîyên Hrank Dink bi gul û kûlîlkan wî bibîr tînin

Hrant Dink, edîtorê giştî yê rojnameya Agos bû ku li Stenbolê, bi Ermenkî û Tirkî derdikeve. Wî kuştinên girseyî ya Ermenîyan ya bi destê Tirkên Osmanî ya sala 1915’an wekî “jenosîd “ nav kirîbû û gotinên wî nîjadparestên Tirk hêrs kirîbûn.

Hrant Dink li sala 2007’an Dink, li ber ofîsa xwe hatibû kuştin. Bi deh hezaran kes îro Pêncşemê li Stenbolê kom bûn ku salvegera pêncan ya kuştina Hrant Dink bîr bînin.

Nivîskarê malpera www. Netewe.com Xidir Uso dibêje, biryara dadgehê nîşan dide ku helwesta dewletê ya dijî kes û pêkhatîyên hevrik neguherîye.

Birêz Uso her wiha dibêje, doza Hrant Dink nîşan dide ku hêzên tarî hîn jî li Tirkîyê hêzdar in û hikûmeta AKP’ê jî hîn bi tevahî nebûye desthiltdar.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG