Amerîka, Koreya Başûr û Japonya îro Şemîyê bo zextek xurtir navneteweyî ya ser Koreya Bakur bang kirin, da ku pêşketina Pyongyang ya di çekên navokî û mûşekan, çalakîyên wê yên dizîna sîber û şandina çekan ji Rûsyayê re were rawestandin.
Şêwirmendên ewlekarîya neteweyî yên her sê welatan îro li Seulê kom bûn, dema ku Pyongyang hişyarî da ku wê bêtir satalaytên sîxuriyê li boşahiya esmanî bi cîh bike.
Piştî kombûnê, şêwirmendê ewlekarîya neteweyî ya Amerîkî Jake Sullivan ragihand ku Washington bi Seul û Tokyo re dixebite da ku hevkarîya berevanîyê xurttir bikin û li hemberî ceribandina mûşekan û çalakîyên boşahiya esmanî yên Koreya Bakur baştir bersîvê bidin.
Sullivan herwiha da zanîn ku her sê welat ser gavên nû hevbîr bûne, bo bersîvdayîna bandortir ser hewlên Koreya Bakur jibo xwerizgarkirina ji toleyên navneteweyî ku bi pêşengîya Amerîka hatine ragihandin.
Toleyên dijî Koreya Bakur armanc dikin ku bo bernameya çekên navokî û mûşekî ya wî welatî peydakirina darayî qut bibe.
"Ev gava wê bibe hewlek nû; ser diravê krîpto û şûştina pereyan û hilweşîna kanîna Koreya Bakur ya bi destxistina dahatê ji hakkirin û dizîna diravê krîpto û şûştina wê," wî got.
Civîna li Seulê di demekê de pêk hat di demekê de ku alozîya li Nîvgirava Koreyê di salên dawî de gihîştiye asta herî bilind, û rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un lez daye berfirekirina bernameya xwe ya navokî û mûşekan.
Amerîka û hevbendên wê yên Asyayî bi zêdekirina nişandayîna hevkarîyên xwe yên sêalî li herêmê û xurtkirina rahênanên xwe yên leşkerî yên hevbeş, bersiv dan ku Kim wan wek ceribandinên dagîrkeriyê şermezar dike.
Washington, Seul û Tokyo ser hevbendîya çekan ya di navbera Koreya Bakur û Rûsya de fîkarên xwe jî dîyar dikin.
Ew xembar in ku Kim bo Rûsya cebilxaneyên pir pêwîst peyda dike, da ku di şerê li Ukrayna de, alîkarîya serok Vladimir Putin bike, di berdêla alîkarîya teknolojiya Rûsî de, jibo nûvekirina artêşa xwe ya bi çekên navokî.
Çavkanî: AP