Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Korya Bakur û Korya Başûr Kombûnekê lidar Dixin


Serokê Korya Başûr Moon Jae-in îro Şemiyê li gel serokê Korya Bakur Kim Jong Un kombû li herîmeka leşkerî ya nêzîkî sînorên herdû welatan.

Nivîsîngeha serokê Korya Başûr got herdû serkirdeyan nerînên xwe li gel hev parve kirin li dor kombûna pêşbîn a Korya Bakur li gel Amerîka.

Berpirsan got dê Moon encamên guftûgoya xwe li gel Kim Jong Un sibe Yekşemê aşkere bike.

Korya Başûr îro Şemiyê got ew bi balkêşî pêşketinên di navbera Amerîka û Korya Başûr de dişopîne, piştî ku serok Trump kombûn betal kir û careka din got renge ew hîn jî di dema xwe ya destnîşankirî de bibe.

Betalkirina kombûnê ji aliyê Trump ve roja Pênşemê hin xem li nik Korya Başûr derxistin pêş û serok Moon herdû alî han dan ku kombûnê di demeka nêzîk de lidarxin.

XS
SM
MD
LG