Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hollanda Jimartina Dengan Didome


Dîlan Yeşîlgoz
Dîlan Yeşîlgoz

Hilbijartina giştî ya Holanda bi demjimêra herêmî di saet 21:00 de bi dawî bû û hejmartina dengan destpê kir.

Li gor anketa encamên sindoqan ya Ipsosê Partîya Azadîyê (PVV) ya bi rêberîya Geert Wilders, ku bi rastgirîya xwe ya tundrê tê zanîn, li rêza pêş e.

Çaverê ye PVV hejmar kursîyên xwe ji 17’an rake 35’an û serketineke mezin bi dest xe.

Di rêza duyê de tifaqa Partîya Karkeran (PvdA) û Partîya Çep ya Keskan (GL) heye ku ew jî bi 26 kursîyan distînin.

Partîya Gel ya jibo Azadî û Demokrasîyê ya bi rêberîya sîyasetvana bi eslê xwe Kurd, Dîlan Yeşîlgoz bi 23 kursîyan li rêza 3’yan xuya dike.

Serokê PVV’ê Geert Wilders ser encamên pêşî ji X’ê ‘’35!’’ Nivîsî.

Wilders piştre ji alîgirên xwe re got ku ewê tedbîrên dijî qanûna bingehîn yên wek qedexekirina Quran û mizgeftan ranegihînin.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban bû serokê pêşî ku Wilders pîroz kir û dîyar kir ku bayên guherînê hatine.

XS
SM
MD
LG