Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûrî Mahmud bo Berevanîya Sîvîlên Efrînê Bang li Civaka Navnetewî Dike


Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mahmud di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku divê civaka navneteweyî dijî operasyona Tirkîyê dengê xwe bilindtir bike.

Mahmud da zanîn ku Tirkîye di operasyona Efrînê de çekên qedexekirî bikar tîne û êrîşan dibe ser cîhên jîyanê yên wek dibistan, mizgeft û navendên avê.

‘’Operasyona Tirkîyê dijî hiqûqa navdewletî ye. Di êrîşan de sîvîl têne kuştin. Civaka navneteweyî dijî vê operasyonê divê bertekan nîşan bide’’ Nûrî Mahmud got.

Berdevkê YPG’ê bi bîr xist ku hêzên wan dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ‘’têkoşîneke mezin’’ kiriye û welatên rojava ji rêxistina terorî parastîye.

Mahmud da zanîn ku komên pêşî yên Artêşa Sûrîyê hatine Efrînê, lê ‘’jiber ku Tirkîye axa Sûrîyê dagir dike divê artêş bi hêzên hîn mezintir were wê herêmê’’

Mahmud bal kişand ku ji destpêka operasyona Efrînê ve DAIŞ’ê xwe daye ser hevdu û careke din dest bi êrîşan kiriye.

XS
SM
MD
LG