Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Danan Herêma Bêfirîn li Sûrîyê Ne Rojeve de ye


Karbidestekî Amerîkî ji Associated Press (AP) re dibêje, Amerîka û Tirkîyê amadekarîya planên hevbeş yên bo operasyonên dijî DAIŞ hêdî hêdî bi dawî tînin.

Karbidestê Amerîkî ku nexwest navê xwe eşkere bike, dîyar kir ku bi avakirina “devereke ewle ya bê DAIŞ” armanc misogerkirina îstiqrar û parastin e.

Ew balê dikşîne ku di nav plana hevbeş de, berevajîya daxwaza Tirkîyê, danana herêma bêfirîn anku no-fly zone tuneye.

Enqere ji mêjve giwaştin li ser Amerîka dike ku herêma bêfirîn li bakurê Sûrîyê deyne, lê Washington van îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG