Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Koreya Başûrî bo Şopandina Jêbirina Kargeha Navokî Çûn Koreya Bakur


8 rojnamevanên Koreya Başûrî ku Pyongyang destûr dabû wan, îro giheştin Koreya Bakur ku jêbirina kargeha ceribandina navokî bişopînin.

Divêbû rojnamevanên Koreya Başûrî ligel hevkarên xwe yên Amerîkî, Brîtanî, Çînî û Rûsî biçûna Koreya Bakur, lê Pyongyang di kelîyê dawî de rê li ber wan girtibû.

Wezareta Yekkirina Koreya Başûrî piştrast kir ku 8 rojnamevan bi rêka firokeke leşkerî çûn bajarê Wonsan.

Wezaretê dîyar kir ku rojnemevan dû re bi rêwîtîya trenê ya 12 demjimêran û piştre jî bi rêka otobusê û di dawî de jî bi lingan xwe bigehînin kargeha Punggye-ri ya herêma çîyayî.

Li ber e kargeha Punggye-ri site, ku Koreya Bakur hemî şeş ceribandinên navokî ll kiribûn, di navbera Çarşemê û Înê were rakirin.

XS
SM
MD
LG