Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskarekî ji Tanzanyayê Xelata Nobel ya Wêjeyê Werdigire


Xelata Nobel ya Wêjeyê vê salê bû nesîbê nivîskarê Tanzanî Ebdulrezaq Gurnah jibo karên wî yên ser bandora împerîyalîzmê li kesên derbider.

Akademîya Swêdî îro Pêncşemê got ku ev xelat wekî pênasînekê ye jibo karê Gurnah li ser kartêkirinên kolonîyalîzmê û çarenivîsa penaberan.

Gurnah sala 1948’an li Zanzibarê ji dayîk bûye û li Brîtanyayê dijî. Ew wekî profesor li Zanîngeha Kent kar dike. Gurnah 10 roman nivîsî ye, di nav de jî romana “Buhişt” ku sala 1994’an kete lîsteya kurt ya Xelata Booker.

Xelata bi qedir ligel medalîyeke zêr û 1.14 mîlyon dolar tê.

XS
SM
MD
LG