Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakîya ‘Nobeta Edeletê’ li Wanê Hate Darxistin


Parêzerên li Tirkîyê ji sala borî vir ve, jibo azadkirina parêzerên zindankirî, li ber Qesra Çaglayan ya Stenbolê ‘Nobeta Edeletê’ digirtin.

Piştî 85 hefteyan biryar hat dayîn ku Nobeta Edaletê li tevahîya welêt were girtin. Di vê çarçoveyê de nobet vê mehê bi mazuvanîya Baroya Wanê, beşdarîya 23 baroyan li ber Qesra Edlîye ya Wanê pêk hat.

Di bernameyê de wêneyên serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî, ku hatibûe kuştin, hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê yê berê, parêzer Bekîr Kaya, serokê Komela Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD) parêzer Selçuk Kozagaçli yê zindankirî û parêzerên atine kuştin, hatin rakirin.

Di çalakîyê de herwiha pankartên wek “Em te ji bîr nakin Tahîr Elçî û “Parastinê Asteng Nekin” hatin vekirin.

Endama Baroya Stenbolê Fatma Mebuse, ku pêşengîya çalakîya nobetê dike, axaftinek kir û got ku ew neheqîyên li bajarên Kurdan tên jîyandin, baş dibînin.

“Heta niha nobetên edeletê tenê li bajarên rojavayê Tirkîyê dihatin darxistin. Ev aara yekan e ku bi tevlêbûna parêzerên ji tevahîya Tirkîyê nobetek edeletê li Wanê pêk tê. Em hemû neheqî û tundîya ku li ser we hatine kirin, dibînin.“

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar jî dîyar kir ku ewê çalakîya xwe bidomînin û di 13 meha Îlonê de li bajarê Bursa bicivin.

XS
SM
MD
LG