Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportek Ser Pîrozbahîyên Noelê li Amedê


Cejna Noelê ya rojbûna Hz.Îsa li Amedê li Dêra Meryem Anayê hat pîroz kirin û xencî civata Krîstîyan, Misilman jî di ayîna pîrozbahîyê de amade bûn.

Keşeyê dêrê Yusuf Akbulut ku ayîna olî rêve bir, jibo aştîya Rojhilata Navîn duayan kir.

Yusuf Akbulut ji Dengê Amerîka re got ew xemgîn in ku Rojhilata Navîn vegeriyaye qada şer û bi bîr xist ku 2 metranên wan ji alîyê rêxistinên tundrê li Sûrîyê hatine revandin.

“Em hêvî dikin ku rûspîyên me bên berdan û rojek berîya rojekê aştî were hemî Rojhilata Navîn.”

Hevşaredarê Amedê Firat Anli jî di Cejna Krîstmisê de li dêrê amade bû û hêstên xwe Dengê Amerîka re got.

“Amed berîya 50 salan bajarekî pir rengî, pir zimanî û pir olî bû, lê neha ew rengînî nemaye û ev jî cîhê xemgînîyê ye.”

Anli Cejna Noel li hemî gelan pîroz kir û hêvîya xwe dîyar kir ku ev cejin bibe destpêka aştî li Rojhilata Navîn.

KHF_12_25_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00

XS
SM
MD
LG