Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zerevanekî Amerîkî ku John Bolton Diparêzî, li Skotlandê Mir


Qesra Sipî ragihand ku karmendekî Sazîya Nepênî ya Amerîkî (U.S. Secret Service), ku di serdana Serok Donald Trump ya Ewrupa ligel wî bû, roja Yekşemê mir.

Noel Remagen yê 42 salî, dema li Skotlandê Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî John Bolton diparêzî, mirî hate dîtin.

Termê Remagen îro Çarşemê, bi hazirbûna karmendên U.S. Secret Service, bi rêka firokê ji Amerîka re hate veguhastin.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders îro bi rêka Twitterê mirina Remagen ragihand û peyamek weşand.

"Em sersaxî ji malbata Remagen re dixwazin. Em jibo xizmetên wî spasîya wî dikin û fedakarîya wî û hemî karmendên Secret Service ji bîr nakin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha sedema mirina Remagen zelal nebûye.

XS
SM
MD
LG