Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêxê Naqşîbendîyan Abdulkerîm Çevîk di Êrîşeke Çekdarî de Hate Kuştin


Abdulkerîm Çevîk

Şêxê terîqata Naqşîbendîyan Abdulkerîm Çevîk yê 50 salî, di encama êrîşeke çekdarî de li bajarokê Norşîna (Guroymak) Bedlîsê hat kuştin.

Bûyer roja Yekşemê li taxa Erentepeyê di hindurê Medreseya Norşînê de pêk hat. Li gor hêzên ewlekarîyê, gumanbarê bi navê Y.Ş bi demancê gule berdaye serê Abdulkerim Çevîk û ew giranî birîndar kiriye.

Piştî tîmên saxlemîye Çelîk rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû mudaxaleyan ew nehate rizgar kirin û li wirê jîyana xwe ji dest daye.

Hêzên ewlekarîye piştî bûyerê Y.Ş. desteser kirin û li ser wî 3 demançeyên bê ruhsat girtin.

Termê Çelîk jî li Norşînê bi tevlibûna bi hezaran kesan li goristana Erentepeyê hate veşartin.

Pismamê wî, rojnamevan Mehdî Mutlu, derbarê bûyerê de ev agahî dan Dengê Amerîka:

“Di navbera Y.Ş û kurapê wî de jiber sedemeke aborî pirsgirêkek çêbûye. Wana jî beyî dozê bibin dadgehên fermî jibo çareserîyê hatine cem mela Abdulkerîm. Lê piştî mela Abdulkerîm şerîata wan pêk anîye Y.Ş biryar qebûl nekiriye. Rojek piştî vê Y.Ş hatiye medresê û seyda kuştîye”

Hêjayî gotinê ye ku Çelîk yek ji rihsipîyê herema Norşînê ye û wekî zanayekî olî tê nasîn.

Ew li Norşînê ji dayîk bûye û di 6 salîyê de dest bi vê perwerdehîya olî kiriye û piştî wergirtina destûra alimîyê, li medreseya Norşînê bûye sermuderîs.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00


XS
SM
MD
LG