Bi hilkeftina Cejna Qurbanê hêzên ewlekarîya hindurîn li sereanserî Bakurê Sûrîyê 16 hezar endamên xwe xistine amadebaşîyê.
Roja duyê ya eydê ber bi dawî ve diçe û tenê li Reqa hewildana peqandina trombîlekê hat kirin, lê hêzên ewlekarî bombe bê bandor kir.
Berdevkê hêzên ewlekarîya hindurîn ya Bakurê Sûrîyê Elî Hesen anî ziman ku tedbîrên ewlekarîyê jibo cejnê di asteke pir bilind de ne û 16 hezar endamên wan di amadebaşî de ne.
Fermandarê giştî yê ewlekarîya rêbendan Ebidilwehab Xelîl ji dibêje ku tedbîrên awarte yên demkî bo rêbendên kontrolê hatin ragihandin.