Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Nordik û Baltik Dixwazin NATO Alîkarîya jibo Ukrayna Zêdetir Bike


Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom îro Çarşemê got ku dewletên Nordik û Baltik ji NATO dixwazin ku rola xwe ya jibo piştgirîya Ukrayna zêdetir bike.

Billstrom piştî civîna bi wezîrên derve yên Nordik û Baltik re bi preskonferansekê dîyar kir ku ew ser endamtîya li Yekîtîya Ewrupa (YE) jî piştgirî didin Ukrayna ku bikeve yekîtîyê.

‘’Em destekê didin NATO ku rola xwe ya ser alîkarî û kordînekirina piştgirîya leşkerî ya jibo Ukrayna zêdetir bike.’’

Wî dîyar kir ku 8 dewletên Nordik û Baltik, ku li Gotland ya Swêdê kom bûbûn, biryar dane ku komeke pisporan ya ser piştgirîya jibo endamtîya Ukrayna ya li YE çêkin.

Wezîrê Swêdî got ku bi pisporan wê rêka Ukrayna ya jibo endamtîya li YE hêsantir bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG