Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin jiber Girtina Xeta Gazê Welatên Ewrupî Tawanbar Dike


Dîmeneke ku Kompanîya gazê ya dewleta Rûsya, Gazprom belav kiriye ku dibêje xebatên çêkirina borîyê didome, li îstasyona Portovaya, 2 Îlon,2022

Kremlînê îro Duşemê careke din îdia kir ku sedema girtina tevahî ya xeta gazê ya Nord Stream 1 di navbera Rûsya û Almanya de toleyên welatên Rojava ne.

Berdevikê Kremlin Dmitry Peskov ji rojnamevanan re ragihand ku tole di xebata rêvebirinê ya ser borîyên gazê de dibe sedema kaosê.

Peskov red kir ku Rûsya şandina gazê ji Ewrupa re, wek gaveke sîyasî qut kiriye.

"Pirsgirêkên şandina gazê jiber toleyên ku ji alîyê dewletên Rojavayî,wek Almanya û Brîtanya ve, yên ku li ser welatê me hatine ragihandin derketin."

Peskov got ku di şandina gaza xwezayî de ti sedemeke din tuneye.

Kompanîya gazê ya dewleta Rûsya, Gazprom di 31’ê Tebaxê de ragihandibû ku wê şandina gaza xwezayî ya bi rêya borîya Nord Stream 1 ber bi Ewrupa ve bi kindemî sekinandiye.

Gazpromê gotibû ku wê bi sedema xebatên kontrolkirin û lênêrîna asayî yên li îstasyona serekî Portovaya, şandina jibo 3 rojan, heya 3’yê Îlonê qut bike.

Li ber bû ku Gazprom roja Şemiyê herikîna gazê jinûve bide destpê kirin, lê Rûsya do Yekşemê ev yek betal kir û demeke nû jî dîyar nekir.

Gazpromê ragihand ku wê herikîna gazê ya bi rêya borîya Nord Stream 1 heya demeke nedîyar bi tevahî rawestandiye jiber ku di dema xebata lênêrînê de qulek di borîya Nord Stream 1 de hatiye dîtin.

Kremlîn dibêje ku Siemens Energy (ENR1n.DE), ku bo Nord Stream 1 alavan peyda dike û xizmetan rêve dibe, niha jiber toleyan nikare motora borîya qul ya li îstasyona Portovaya çêke.

Peskov da zanîn ku ger tole werin rakirin wê karê çêkirinê bi hêsanî biqede û herikîna gazê jinûve destpê bike.

Piştî biryara nû ya Rûsya, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz do Yekşemê got ku Rûsya êdî ne hevkarekî pêbawer ya enerjî ye.

Serokê berê yê Rûsya Dmitriy Medvedev wek bersîva Sholz, Almanya bi dijminatîya Rûsya tawanbar kir.

Medvedev got ku daxuyanîya Scholz wek ragihandina şerekî ya dijî Rûsya ye.

XS
SM
MD
LG