Koreya Bakur îro Şemîyê dîyar kir ku wê her cûreyekê destwerdanê dijî operasyonên xwe yên satalaytê wek ragihandina şer bihesibîne û heke hemberî hebûnên wê yên stratejîk egera êrîşekê hebe, wê bergirîya xwe ya şer bi kar bîne.
KCNA ku medya dewletê Koreya Bakur e ji zarê berdevikê wezareta berevanîyê ragihand ku Pyongyang wê bersîvê bide her destwerdana Amerîka ya li esman.
"Ger Amerîka hewl bide ku bi çekkirina teknolojîyên herî dawîn bi awayekî neqanûnî û nehiqûqî axa rewa ya dewleteke serwer binpê bike, Koreya Bakur wê bo xweparastinê tedbîrên bersivdayînê bigire, ku wê satalaytên sîxurîyê yên Amerîkî asteng bike yan têk bibe."
Koreya Bakur dibêje ku wê di 21ê Mijdarê de cara yekê satalayta xwe ya sîxurîyê ya leşkerî bi serketî li esman bi cîh kiriye û wêneyên navendên leşkerî yên li parzemîna Amerîka, Japon û axa Amerîkî ya Guamê dişîne.
Berdevikê Fermandarîya Fezayê ya Amerîka, bersîva pirsa radyoya Amerîkî RFA ku gelo Washington kanîna rawestandina operasyonên keşfê yên satalayta Koreya Bakur heye yan na da.
Wî ragihand ku Amerîka dikare kanînên esmanî yên dijmin bi karanîna cûrbecûr awayan asteng bike.
Wezareta Derve ya Koreya Bakur bi daxuyanîyeke cuda ya îro de eşkere kir ku wê di derbarê mijarê de pîvan û tedbîrên berevajî bigire.
Wezaretê herwiha got ku toleyên Amerîka binpêkirina qanûnên navnetweyî ye.
Amerîkayê roja Pêncşemê dijî Koreya Bakur toleyên nû ragihandin piştî ragihandina wê ya ser bicîhkirina satalaytan.
Washingtonê bi wan toleyan, satalaytên Koreya Bakur wek sîxurên biyanî destnîşan kirin û Pyongyang tawanbar kir ku wê sataalytan bo berhevakirina dahat û teknolojîyê di bernameya çekên tunekirina girseyî de bi kar bîne.
Koreya Başûr jî doh Înê 11 welatîyên Koreya Bakur xistin lîsteya reş, jiber beşdarbûna wan ya di pêşxistina satalayt û mûşekên balîstîk yên wî welatî de û qedexeya çalakîyên darayî danî ser wan.
Jêder: Reuters