Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakûr Îdîa Dike Ku Bihêztirîn Mûşekan Çê Dike


People watch a TV showing a file image of North Korea's missiles launch during a news program at the Seoul Railway Station in Seoul, South Korea, Sept. 28, 2021.
People watch a TV showing a file image of North Korea's missiles launch during a news program at the Seoul Railway Station in Seoul, South Korea, Sept. 28, 2021.

Medyayê fermî ya Koreya Bakur roja Seşeme ragihand ku Serokê wan, Kim Jong Un çavderîya bihêztirin mûşekan kir ku ew dikarin erîşên navokî li dijî Amerîkayê pêk bînin, wî sond xwar ku leşkeriyekê bêtekçûne li dijî “dijminatîya Amerikaye” ava bike, gotina Jong Un.

Serokê Korêya Bakur Jong her wiha di Pêşengeha Sîstema çekan ya bêhempa de roja Dûşeme axaftineke peşkeş kir û got armanca leşkerî ya wî ne Koreya Başure û divê xelkê Korêyê li hemberî hev şer nekin.

Li gor Ajansa Central News ya Korêyê, Kim roja Dûşeme got “Amerîka pir cara dibeje ku ew dijminatîya welatê me nake, lê ew weha nîşan nade het ku pêbawer bin ku dijminatîyê nakin,” gotina Kim Jong Un.

Li gor karbidestên Korêya Bakûr, pêşengeh, ji despêka desthilatiya Kim di sala 2011an vir ve cara yekem bu û ew yek 76emîn damezrandina Partiya Karkeran de pêk hat.

Amerîka bi berdewamî daxwaza danûstandinan li gel Korêya Bakûr dike. Hejayî gotineyê ku Amerîka bê şert û mercan li ku be, kengî be dixwaze bi Korêya Bakûr giftûgoyan pêk bîne.

Lê serokê wî Koreya Bakur Kim dibeje, hewldanên Amerîka ji bo veşartina dijminatiya wê li dijî Korêya Bakûr e. Serokê Koreya Bakûr dixwaze, Amerîka toleyên li dijî Korêya Bakûr sist bike û divê ceribandinên leşkerî li gel Seoulê rawestine berî danûstandin bihên destpêkirin​.

XS
SM
MD
LG