Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norwêc Bo Alîkariya Afganîstanê Banga Piştgirîkirina Fona NY Dike


Weneyeke jineke Afganî ku li bazareke Kabulê ya Afganistan parsê dike (Arşîv)

Wezîra karên derve ya Norwêcê Anniken Huitfeldt îro Sêşemê ji Reutersê ser rewşa mirovahî ya li Afganistanê axifî.

Anniken Huitfeldt ragihand ku Norwêcê îro bang li welatên din kiriye ku bi dayîna dravê rasterast jibo Afganîyan beşdarî fona Neteweyên Yekbûyî (NY) bibin da ku ew karibin zivistanê derbaz bikin.

"Em welatên din teşwîq dikin ku heman tiştî bikin, jibo ku krîzeke mirovahî ya berbiçav û birçîbûneke giran were rawestandin," Huitfeldt got.

Digel ku aborîya Afganistanê 'hildiweşe", NY meha borî fonek damezrand da ku bo malbatên Afganî alîkariya rasterast peyda bike, bi karanîna fonên bexşandinan yên ku ji dema Talîban di Tebaxê de desthilatdar bû ve hatine cemidandin.

Huitfeldt berîya civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Çarşemê ev daxuyanîyana da.

Huitfeldt destnîşan kir ku ew hêvîdar e ku gotûbêja sibe ya li Konseya Ewlekarîyê bo balkişandina ser rewşa Afganîstanê û her wiha bo komkirina fonên zêdetir, bibe alîkar.

"Armanca (fonê) di navbera hewildanek mirovahî û krîzeke demdirêj de avakirina pireke ye, da ku mirov bikaribin debara xwe bikin," Huitfeldt got.

Norwêcê soza 200 milyon kronên Norwêcî (23 milyon dolar) daye fona ku ji alî yê Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) ve tê rêvebirin.

Hevdem, Huitfeldt da zanîn ku Norwêc bi armanca alîkarîya rêxistinên jinan yên li Afganîstanê, dayîna dravê rasterast didomîne.

Wê dîyar kir ku alîkarîya mirovahî ya Norwêcê ya bo Afganîstanê dê îsal bi giştî 325 mîlyon kron be.

Norwêc ewê ji meha Rêbendanê pê ve seroktîya Konseya Ewlekarîyê ya NY bike.

XS
SM
MD
LG