Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norwêc Xortekî Sûrî bi Tawana Plankarîya Kiryareke Terorîstî Digire


Polîsên Norwêcî li Oslo (Arşîv)
Polîsên Norwêcî li Oslo (Arşîv)

Hikûmeta Norwêcî îro Înê ragihand ku xortekî Sûrî bi gumana plankirina kiryareke terorîstî li paytext Oslo hate girtin.

Sazîya Ewlekarîya Nevxweyî ya Norwêcê (PTS) da zanîn ku xortê Sûrî yê 16 salî roja Pêncşemê hatibû binşav kirin.

Televîzyona NRK ji zarê serokê PST Hans Sverre Sjoevold ragihand ku xortê girtî Sûrî ye, lê wî zelal nekir ku êrîşa plankirî li Norwêcê bû yan li welatekî din.

Rojnameya VG jî ji zarê jêderên nenavkirî ragihand ku berguman sempatîzanekî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye û ew di çarçoveya hevgîhandina endamên malbatê de hatiye Norwêcê.

PST ji hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku xortê girtî îro li Oslo jibo dozeke malbatî derdikevê pêş dadgehê û wê xwestiye rûniştina dozê li paş derîyên girtî pêk were.

XS
SM
MD
LG