Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norwêc Dixwaze ji Almanya Hin Tankên Nû Bikire


Hikûmeta Norwêcê îro Înê ragihand ku ewê ji Almanya 54 tankên nû yên Leopard 2 bikire.

Li gor ragihandina hikûmetê, Norwêc dê bo artêşa xwe, ku ji Koma Krauss-Maffei Wegman çêbûye, paşê 18 tankên din jî bistîne.

Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Stoere di preskonferansekê de dîyar kir ku ew piştast dikin ku tankên wan jî wek yên hevbendên NATO’yê hene.

Stoere dîyar kir ku ew dê bi danûstandinên ser tankan yên bi Almanya re peywendîyên bi Berlînê re pêşdetir bibin.

Norwêc endama NATO ye û bi Rûsya re dirêjîya sînorê wê 196 kîlometre (122 mîl) ye.

Wî welatî plan kiribû ku 72 tankan bikire, lê wezîrê wî yê berevanî xwest ku ew bala xwe bidin ser kirîna helîkopter, dron û topên dûravêj.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG