Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norwec ser Gumana Hilweşîna Desthilata Filîstînî Hişyarî Dide


Dîmena devereke Kenara Rojava ku li jêr destê Desthilata Filîstînî ye.
Dîmena devereke Kenara Rojava ku li jêr destê Desthilata Filîstînî ye.

Wezîrê Derve yê Norwecê Espen Parth Eide îro Duşemê got ku dibe ku Desthilata Filîstînî di mehên pêş de hilweşe.

Eide dîyar kir ku kêmbûna pereyan, bûyerên tundûtûjîyê yên dewam dikin û jiber ku destûr nehatiye dayîn ku nîv mîlyon Filîstînî li Îsraîlê bixebitin rîska hilweşîna desthilatê çêbûye.

‘’Rewş pir xirab e. Desthilata Filîstînî ya ku em bi danûstandinên nêz pê re dixebitin hişyarî dide ku ew dikare vê havînê hilweşe.’’

Eide herwiha dîyar kir ku eger Desthilata Filîstînî hilweşe, ewê Gazayeke din çêke û ewê encamên wê jibo herkesî xirab bin, di nav de jî Îsraîlî.

Norwec seroktîya bexşkarên navnetewî yên jibo Filîstînîyan dike û yek ji alîgirên Desthilata Filîstînî e.

Hêjayî gotinê ye ku Desthilata Filîstînî piranîya deverên Kenara Rojava kontrol dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG