Bergumanê êrîşa roja Şemî ya nav mizgeftekê Norwêcê, Philip Manshaus îro Duşemê derket pêş dadgehê.
Manshaus, ku di êrîşê de zirxuşka xwe jî kuştibû, li dadgehê di nav birînan de xuya dibû jiber ku rû û çavên wî û stûyê tev verîmîbûn.
Polîsên Norwêcî daxwaz dikin ku Manshaus jiber gumana kuştinkarî û şikandina qanûna antî-terorê jibo çar hefteyan di bin çavan de bimîne.
Parêzêrê Manshaus demeke zûtir ya îro ragihand ku ew ti îdîayên tawanên hember xe qebûl nake.