Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Darayî ya Norwêcê jiber Alîkarîya Hikûmetê ya bo Jineke DAIŞ'î Karvekişîna Xwe Radigihîne


Wezîra Darayî ya Norwêcê Siv Jensen îro Duşemê got ku ew û partîya wê ya rastgir Partîya Pêşverû, wê jiber nerazîbûna bo biryara hikûmetê ya anîna jineke DAIŞ’î ji Sûrîyê, ji hikûmeta vekişin.

“Min em anîbûn nav hikûmetê û niha jî ez partîya me ji vê koalîsyonê derdixim,” Jensen di preskonferansekê de got.

Vekişîna Partîya Pêşverû ji hikûmetê, karê Serokwezîr Erna Solberg dijwartir dike jiber ku êdî piranîya li nav parlamanê ji dest berdide, lê çaverê ye ku Solberg wek seroka koalîsyona kêmanî di posta xwe de bimîne.

Hikûmeta Norwêcî hefteya borî ragihandibû ku ewê alîkarî bide vegera jineke Norwêcî û du zarokên wê yên li Sûrîyê da ku zarok bikaribin li nexweşxanê werin dermankirin.

Jina ku navê wê nehat eşkerekirin, bi sedema endambûna DAIŞ’ê hatibû girtin û hikûmeta Kurdên Sûrîyê hefteya borî ew radestî nûnerên hikûmeta Norwêcî kiribûn.

XS
SM
MD
LG