Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Welatê Herî Kêfxweş Norwec E


Li Norwecê bav û zarokek
Li Norwecê bav û zarokek

Neteweyên Yekbûyî (NY) Rapora Şadî ya Cîhanê ya sala 2017’an eşkere kir. Li gor raporê, li dinê mirovên herî kêfxweş li Norwecê dijîn ku piştî wê yên şad li Danîmarka û Îzlanda ne.

Tevî ku jiber petrola ku biha daketîye, dahata Norwecê kêm bûyê jî di lîsteyê de di rêza yekê de cîh girt.

Rapora Şadî ya Cîhanê 5 sal in tên weşandin ku her sal welatên Ewrupa Bakur li pêşîyê ne.

Amereka di lîsteya şadîyê de bi paşde diçe. Tevî ku dahata şexsî li Amerîka zêde bûye jî Amerîkî dibêjin ku ew ne bextewer in ku Amerîke hejmareke bi şûnde , çû 14’an. Hin raporên din didin zanîn ku rêjeya kêfxweşîya hemwelatîyên Amerîkê di 10 salên dawî de 5 ji sedê daketîye.


Rapor li gor standartên wek jiyana bi saxlemî, azadî, dahata takekesî, endeksa gendelîyê tên amade kirin. Gallon, ku sazîyeke lêkolînê ye û raporên NY hazir dike, jibo raporê ji her welatî bi 1000 kes re hevdîtinan pêk tîne û anketan çêdike.

Li gor rapora ku 155 welatan dihundirîne mirovên herî zêde ne-şad li Komara Afrîqa Navîn in. Sûrîye, ku 6 sal in li wir şer dewam dike, di lîsteyê de welatê 152’yan de ye.

XS
SM
MD
LG