Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzeke Çekdar bi Fermana Wezareta Roşenbîrî Kenalê NRT Digir E


Arşîv: Çalakvan li hember ofîsa NRT
Arşîv: Çalakvan li hember ofîsa NRT

Serê Sibeya Duşemê 7ê Kanûnê, hêzeke ewlekariyê bi fermana dadgerê bajarê Silêmaniyê tavên ser kenalê NRT TV û weşana kenalê radiwestînin û deriyê wê digirin, niha weşana kenalê nîne.

Wezareta Roşnberî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe da dibêje, kenalê NRT bi fermana wan hatiye girtin.

Demjimêr 2:30ê şeva borî, hêzeke ewlekariyê ku dîdevanan bi Hêzên Asayişa Silêmaniyê daye naskirin avêtiye ser kenalê NRT û deriyê wê daxistîye, niha rê li hember weşana wê hatiye girtin û karmendên kenalê nikarin herin avahî, wan hêzan hejmarek alav û pêkhateyên kenala NRT bi xwe re birine.

Serê sibê karmend û rêveberiya NRT preskonferansek li ber deriyê avahî encam da û girtina kenalî şermezar kirin.

Rêbwar Abdurahman berpirsê navenda Nûçeyên NRT li ser navê kenalê axivî û got "Biryara girtina kenala NRT ku kenala 2yan kenalek malbatîye, kenala 3yan jî ya zarokane û kenala 4 jî kenalek olîdarîye, ev kenal ne di nava biryara girtinê dane, lê ew jî girtine, jiber wê yekê biryar biryarek siyasî ye."

Rahman Xerîb berpirsê Metro Senter di preskonferansê de amde bû wî got "Di 4 rojên derbazbûyî de li Silêmaniyê dehan binpêkirin çêbûne ji wana girtin û binçavkirina rojnamevanan bo demjimek û 2 demjimêran, lêdana rojnamevana keç, avêtina ser kenalên din yên ragihandinê yên mediya sîhwan û çendîn binpêkirinên din yên eşkere li Herêma Kurdistanê li dijî rojnamevaniya azad hatine encam dan, em weke Metro Senter daxuyanî didin û van karan şermezar dikîn û me daxwaz ji hikûmeta Herêmê kirîye ku rêzê li rojnamegeriya azad bigir in."

Biryara girtina NRT ku Wezareta Roşnebîr û Lawan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye û daneyek gihaye Dengê Amerîka, weha dibêje "ji sedema pêgirî nekirina kenalê NRT bi rênimayên taybet yên rêxistina di warên mediya temaşekirin û bihistinê de, bi taybet tevgeriyana kenalê ya neberpirsiyarî di vê demê de ku dûre ji lojîkê û pêçewaneyî madeya Sê/paragrafa Sê ya mercên weşanê (Rênimayên destûrdana weşanda radio û televizyonan) li herêma Kurdistanê, piştî ku çendîn caran hatine agihdar kirin, jiber guhnedan û çendîn caran dubare kirina vê pirsê û pêgirî nekirinê, me biryara ragirtina weşanda kenalê NRT bo maweyê hefteyekê da."

Abubekir Heledinî endamê parlementoya Herêma Kurdistanê derbarê biryara girtina NRT got "Em weha dibînin ku ev kare dê pisgirêkan kûrtir bikin û neheziya xelkê li hember karên weha dê zêdetir bibe. Ya ku îro hatî kirin li dij yasa û destûr û bingehên Raman Azad e."

Rahman Xerîb, berpirsê Metro Senter dîsan bal kişand ser binpêkirinên azadiya rojnamegerî û raman azad li herêma Kurdsitanê û got, di 2 mehên derbazbûyî de 6 daxuyaniyên şermezar kirinê ji aliyê rêxistinên navnewî de derketine û van binpêkirinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Dengê Amerîka hewil da xwe bigehîne Wezareta Roşenbîr û sedemên derxistina biryarek weha ji wan bipirse, lê bersiva hewildan û têkiliyan nehat dan.

Raporta Silêmaniyê 07 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:13 0:00

XS
SM
MD
LG