Wezareta Xezîneya Amerîkî got, milk û samanê Serok Başar Esed û 6 ji mezne alîkarên wî li Amerîka hatîye ragirtin. Ew biryara Amerîkî bendkirinê dadinêt ser bazirganîya kesayetî û kempanîyên Amerîkî di gel wan karbidestên Sûrî.
Di hevpeyvîna digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Nuh Yilmaz, birêveberê Binyadê Vekolînên Sîyasî, Abûrî û Civakî li Washington dibêjit, dorgirtinên dijî Serokê Sûrî nekarîgerin.
Lê rojnamevan û bizavkarê Kurdê Sûrî Cîhad Salih got, dorgirtinên dijî Sûrîye nîşana tundbûna helwîstê Amerîka ye.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel herdû birêzan, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.