Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Al-Nujaifî: Gelê Îraqê Rolê Amerîka ji Berê Baştir Dinirxîne


Osama al-Nujaifî: Karvedana hikumeta navendî ne sizadana Herêmê ye bi qasî ku, rêgirtine li Kurdan ji dûbarekirina hewlên cûdabûnê.

Rewşa piştî referanduma Herêma Kurdistana Îraqê, rêberên Îraqê weke qonaxek taybet dibînin, ew bawer dikin wê pêtivî bi rêformên siyasî heye li welatê wan.

Osama al-Nujaifî, cîgirê Sûnî yê Serokomarê Îraqê wan rêforman di damezrandina Beşdariya nû ya Niştimanî de, dibîne. Wî got “Dîtina me jibo rêforman bawerî bi damezrandina Şeraketa Niştimaniya nû heye, li ser binemayên Desturê Îraqê, bi beşdariya tevaya gelê Îraqê bi kêmaniyên wê ve. Helbet garentiya nêvnetewî pêtivî ye, jibo tevaya layenan daku hest bi aştiyê bikin.”

Nujaifî gote Peymangeha Aştiyê ya Amerîkî li Washington, hêşta rolê Rûsiya li Îraqê lawaze û piranî li ser şaştiyên layenên dî ye. Lê piştî beşdariya Amerika ya karîger di şerê DAIŞ de, gelê Îraqê rolê Amerîka bi erênî di bînin.

Nihe pitir ji berê tê pesend kirin. Di civakê de tê pesend kirin. Gelek Îraqî bawer dikin Amerîka dikare alîkariya avakirina welatê wan bike. Ew hebûna Amerîka pesend dikin dema hevberî rolê komelên çekdar u Îranê dikin. Lê divêt rolê Washington li ser binemayê pirojeyekê siyasî be ji bo damezrandina hevbendiyeka niştimanî ya nû, da kû Îraq bibe welatek demokrat û xwegirtî, peywendiyên baş bi tev welatanê cîhanê re damezrîne.”

Piştî dan û standina vekirî li Peymangeha Aştiyê, Osama Nujaifî bi rojnamevana re rûnişt. Wî dûbare got, rêfrandoma herêma Kuridstana Îraqê şaştiyek qanûnî û stratîjî ya rêberên Kurd bû. VOA jê pirsî ka eger eve rewayî dide Bexda Herêmê ciza bike? Di bersivê de wî got, Pêngava referandumê û pirojeya cûdabûnê yê di pêre, ne qanûnî bû û zêdegavî bû li ser mafê Îraqiyan. Destûrê Îraqê rê nade cûdabûna beşekê welat û karvedana hikûmeta navendî ne cizakirine bi qasî ku, hewleke rêgirtinê ye li Kurdan ji dûbarekirina hewlên cûdabûnê.

Osame Nujaifî, cîgirê serokê Îraqê got, ew destur rê nade bikarînana hêzan li dijî beşekî yan pêkhatekî Îraqê. Lê her kiryarek jibo vegerandina dest û darê edetî, rewaye.

XS
SM
MD
LG