Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nuland Dibêje Ger Tirkîye Kêşeya S-400 Çareser Bike Dikare Vegere Programa F-35


Cîgira Wezîra Derve ya Amerîka ya Demkî Victoria Nuland got ku Washington amade ye ku Tirkîye vegere nava programa firokên F-35, lê divê Enqere kêşeya sîstema berevanîya muşekî ya S-400 ya ji Moskowê çareser bike.

“Em dixwazin pirsgirêka S-400'an çareser bikin û dema ew pirsgirêk safî be, Washington wê bi kêfxweşî pêşwazîya Enqerê bike ku vegere nava programa F-35'an. Lê, divê em pêşî vê pirsgirêka din çareser bikin û dû re jî misoger bikin ku Tirkîye bibe xwedîyê berevanîya esmanî ya hêzdar.”

Nuland ji CNN Turkê re got ku ew di pêvajoya danûstandinên firotina Patriot de bûn, lê di dema domandina wan danûstandin de Tirkîye berê xwe da rêyeke din.

Nuland bi berdewamî got ku ew hewilên xwe didomînin ku qanûndanêrên Amerîkî qane bikin ku rê li ber firotina F-16 û alavên nûjenkirina wan firokan vekin.

Jêder: CNN Turk

XS
SM
MD
LG