Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurtulmuş: Wê Komîsyona Şopandina Pêvajoya "Tirkîye ya bê Teror" Were Damezirandin

Numan Kurtulmuş, Serokê parlamena Tirkîyê
Numan Kurtulmuş, Serokê parlamena Tirkîyê

Serokê parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş îro Înê dîyar kir ku, wê jibo şopandina pêvajoya "Tirkîye ya bê Teror" wê demûdest Komîsyona Çavdêrîyê were avakirin.

Kurtulmuş ragihand ku Komîsyona Çavdêrîyê wê piştî serdema nû ya qanûndanînê di 1’ê Cotmeha 2026’an de destpê bike, were ava kirin.

"Dema parleman vebe, wê komîsyona çavdêrîyê demûdest were avakirin û ewê berpirsiyarîya xwe ya şopandina pêvajoyê bi cih bîne,” wî got.

Kurtulmuş rave kir ku sê berpirsîyarîyên Parlemanê hene: heya bidawîbûna wê, ji nêzve şopandina pêvayoyê, peydakirina hevsengîya di navbera komîsyona cibicîkar (Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê) û Parlamenê de, û ger hewce be niqaşkirina rêziknameyên nû yên qanûnî.

Lê, wî destnîşan kir ku heta hilweşîn û çekdanîna Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji alîyê Civata Ewlekarîya Neteweyî, MGK, neyê piştrastkirin, qanûna çarçoveyî wê neyê cibicîhkirin.

Kurtulmuş herwiha behsa pêşketinên herêmî kir û entegrasyona Hêzên Sûrîya Demokratîk(HSD) di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de, wek gaveke girîng ber bi armanca “herêma bêteror” ve pênase kir.

Derbarê Îraqê de jî Kurtulmuş got, çaverêye ku pêvajoya bêçekkirina milîsên çekdar û komkirina hemû çekan ji alîyê dewletê ve, wê heya dawîya Îlonê yan destpêka Cotmehê destpê bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG