Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Bernivîsa Nû ya Bacê Pejirand


Civata Nûneran bernivîsa reforma bacê pejirand. Di dengdanê de, ku do Pêncşemê hat kirin, bernivîs li hember 205 deng bi 227 deng hat erê kirin.

Her çiqas bernivîs li Civata Nûneran bê kêşe hat pejirandin jî, li ber e ku dengdana li Senato krîtîk be. Lew, li Senato tenê du kursîyên Komarîyan ji Demokratan zêdetir in.

Jixwe bernivîsên reforma bacê ya her du baskên Kongresê ji hevdu pir cûda ne.

Reforma bacê pêşnîyaza Partîya Komarî ye û senatorên Demokrat zû bi zû piştgirîyê nadinê. Jiber vê, Komarî dixwazin ji her du baskên Kongresê heman bernivîsê derbaz kirin bidin. Bi vî awayî Trump dikare bernivîsê îmza bike û bipejirîne.

Serok Trump û Komarî dîyar dikin ku ewê bi bi saya reforma bacê hizûra çîna navîn zêdetir bibe û bi kêmkirina rêjeya baca sazîyan jî ewê bazirganîya li Amerîka geş bibe.

Demokrat jî dibêjin ku pêşnîyaza Komarîyan ya bo bacê ewê tenê kêrî dewlemendan were û ewê çîna navîn jî zêdetir bac bide.

Ofîsa Butçeya Kongresê dîyar dike ku ger reforma bacê ya Komarîyan were pejirandin, ewê di deh salên pêş de deynên navxweyî yên Amerîka, 1,7 trîlyon dolar zêde bibe.

XS
SM
MD
LG