Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Bernivîsa Ser Qutkirina Piştgirîya bo Erebistana Saudî Pejirand


Civata Nûneran bernivîsa ser qutkirina piştgirîya bo Erebistana Saudî ya li Yemenê pejirand.

Bernivîsa di Civata Nûneran de, ku piranîya wê Demokrat in, li hember 177 dengan bi 248 dengan hat pejirandin.

18 nûnerên Komarî jî piştgirî dan bernivîsê.

Li gor nûçeyên di medya Amerîkî de derketine, ger Civata Senatoran jî bernivîsê bipejirîne, dibe ku Serok Donald Trump wê red bike.

Trump heta îro ti bernivîs red nekirine.

Li ber e ku bernivîs heta 30 rojan bo dengdanê were Civata Nûneran.

Bernivîs dîyar dike ku bo piştgirîya ji Rîyadê re divê berê Kongres destûrê bide.

XS
SM
MD
LG