Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Bernivîsa Ser Guherandina Statuya Washington ya Paytext Pejirand



Civata Nûneran bernivîsa ku dixwaze Washington ya paytexta Amerîka bike eyalet, di dengdaneke dîrokî de pejirand.

Bo Washington ya paytext, ku navenda Qesira Sipî û sazîyên din yên federal e, bibe eyaleta 51’an ya Amerîka roja Înê li Civata Nûneran dengdan çêbû.

Eyaletkirina Washington ya paytext, piştî 27 salan cara pêşî li Civata Nûneran ket dengdanê.

Bernivîsa ser eyaletkirina Washingtonê li hember 180 dengan bi 232 dengan hat pejirandin.

Ji Demokratan, bi tenê nûnerê eyaleta Minnesota Collin Peterson bernivîs red kir.

Bo ew bernivîs bibe qanûn divê li Civata Senatoran jî were pejirandin û piştre jî divê Serok Donald Trump wê îmza bike.

Jiber senatorên Komarî û helwesta Trump ya dijî bernivîsê ne li ber e ku ew bernivîsa ser statuya Washington ya paytext were pejirandin.

Trump meha borî ji New York Postê re gotibû ku ‘’D.C dê ti car nebe eyalet, çinku ew bi îhtimaleke mezin nîşana du senatorên din yên Demokrat e.’’

Gelên li Washington ya paytext heta niha wer bajarvanên Demokrat hilbijartin.

Şirovekar dibêjin ku ger Washington, ku hilbijêrên wê demokrat û lîberal in bibe eyalet, ewê bo Komarîyan bidestxistina piranîya li Civata Senatoran zortir be.

XS
SM
MD
LG