Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji Êrîşekê Rizgar Bû


Di peqîna Tîkrîtê de, karmendekî hawarçûnê termê zarokekî 6 mehî, Shahad Mohammed ji nav kawilên avahîyê radike. Tîkrît, 19 Cotmeh 2010
Di peqîna Tîkrîtê de, karmendekî hawarçûnê termê zarokekî 6 mehî, Shahad Mohammed ji nav kawilên avahîyê radike. Tîkrît, 19 Cotmeh 2010

Di çend peqînên roja Sêşemê de, bi kêmî ve 14 kes li Îraqê hatine kuştin. Yek jî peqînan, karwana nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî kire armanc.

Dîplomatê serekî yê Neteweyên Yekbûyî, Ed Malkert yê Hollandî ji êrîşê bê zîyan rîzgar bû, lê di peqînê de polîsek hate kuştin û çend polîsên din jî birîndar bûn.

Konvoya Neteweyên Yekbûyî ji bajarê Necef ya başûr dihat, piştî hevdîtina Melkert ya ligel rêberê olî yê Şîa Ayetullah Alî Sîstanî. Tê ragihandin, her du rêber jî xem û fikarên xwe yên li derheqa rewşa sîyasî ya wi welatî anîn ziman.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-mon, êrîşê bi tundî şermezar kir û got, NY dê her berdewam xebatê bike li wî welatî, ku bi şer û pevçûnan tarûmar bûye.

Êrîşa herî xwîndar ya Sêşemê li bajarê Tîkrîtê ya bakur qewimî. Karbidest dibêjin, di êrîşa li ber xanîyê Kolonel Qais Rashid de 11 kes hatine kuştin.

Vekoler dibêjin, piranîya qûrbanîyan endamên malbata Rashid in û bi kêmî ve yek ji kuştîyan jî zarok e.

XS
SM
MD
LG