Breaking News

Tîma Washington a Futbola Jinan Hewl Dide Lîga Amerîkayê Bidest Bixe

Tîma Washington Spirit dê îro Şemîyê hewl bide qehremanîya futbola jinan a Amerîkayê bidest bixe dema ku mêvandarîya tîma Kansas City Current li paytexta welêt bike.

Cara dawî ku Spirit qehremanîya bi navê NWSL bidest xist sala 2021'ê bû. Ew êdî hewl dide ku îşev serkeftinê bidest bixe û kupaya 2026'an misoger bike.

Washington Spirit yek ji tîmên herî bihêz ên lîga futbola jinan li Amerîkayê ye. Ji sala 2016'an ve ew pênc caran giştîye lîstika fînalê, lê tenê carekê di 2021'ê de ew bi serketiye.

Wekî din, ev bûye sê sal li ser hev ku tîma Washington digihêje maça dawî. Di 2024'an de Spirit bi encama 0-1 hember Orlando Price têk çû. Di 2025'an de jî bi heman encamê li hember Gotham FC ya New York'ê şikest.

Ji bo tîma Kansas City Current jî ev cara duyê ku ku digihêje lîstika fînalê, lê heta niha qehremanî bidest nexistiye.

Lîstik îşev demjimêr 8'ê êvarê bi dema Washingtonê destpê dike.

XS
SM
MD
LG