Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnera NY li Îraqê Banga Dîyaloga Netewî Dike


Jeanine Hennis-Plasschaert
Jeanine Hennis-Plasschaert

Nûnera Taybet ya Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert roja Sêşemê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got ku gelek Îraqî bawerîya xwe ya ji sîyasetvanên Îraqî hinda kiriye.

Plasschaert got ku bêbandorbûna sîyasetvanên Îraqî bû sedem ku xwepêşandanên girseyî yên li Îraqê biqewimin ku di encamê de gelek kuştin jî çêbûn.

Dîplomata NY hişyarî da ku tevî parlamanê di Îlonê de karê xwe domand, rewşa Îraqê hîn jî gelek xeter e û pevçûnên navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekarîyê berdewam kiribe.

Plasschaert reşbînîya xwe dîyar kir ku tevî gelek bangên pêkanîna hilbijartinên nû, heta niha ti garantî tuneye ku hilbijartin wê çêbin yan ne.

Plasschaert, ku herwiha seroka Mîsyona Alîkarî ya NY ya jibo Îraqê ye, got ku ew piştgirîya dîyaloga netewî dikin û jibo wê armancê bi alîyên curbicur re diaxifin.

“Ji hilbijartinan vir ve, hemî alî şaşitîyên girîng û hesabên çewt kirin û jibo safîkirina cudabîrîyên xwe derfetên zêrîn ji dest berdan. Û niha jî xeterîya xûnrijandinê didome loma jî ne girîng e ku meriv girîngê bide kê berê çi kiriye, çi gotiye.”

Nûnera NY bal kişand ku divê hemî alî ji dîyalogeke rastîn re amade bin û di xalên hevbeş de hevbîr bin ku hikûmeteke karîger damezrînin û pirsgirêkên welêt çareser bikin.

Plasschaert, herwiha êrîşa Îranê ya ser partîyên hevrik yên li Herêma Kurdistanê jî şermezar kir û bi bîr xist ku Îran û Tirkîye bi berdewamî êrîş dibin ser axa Îraqê û dibin sedema kuştin û birîndarkirinan.

“Nabe ku cîranên Îraqê wê wek hewşa xwe ya paş male bi kar bînin. Divê destûr ji to cîrana Îraqê re neyê dayîn ku bi êrîşln wî rengî serwerîya Îraqê binpê bikin, lê mixabin ew yek bi berdewamî dubare dibe.”

XS
SM
MD
LG