Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Hejmara Kuştîyên li Gaza Hîn ji Pirtirî 35 Hezar E


Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê got ku jimara kuştîyên li Kerta Gaza ya encama şerê Îsraîl-Hamasê hîn pirtirî 35 hezar e.

Berdevkê NY Ferhan Heq got ku hejmarên wezareta saxlemî ya Gazayê niha hûrgilîyên 24,686 qurbanîyên ku nasnameyên wan bi tevahî zelal in, nîşan didin.

"Nêzî 10 hezar termên din hene ku hîn divê nasnameyên wan bi tevahî werin zelal kirin û jiber vê yekê hûrgulîyên wek çend ji wan zarok çend jin in- divê ronî kirin.”

Heq li New Yorkê ji rojnamevanan re got ku ew hejmar jibo termên ku nasnameyên wan zelal e ku ji wan 7,797 zarok, 4,959 jin, 1,924 pîr û 10,006 zilam in.

"Wezareta Saxlemîyê em agahdar kirin ku pêvajoya bi tevahî belgekirinê nasnameyên kuştîyan didome. Tîmên Neteweyên Yekbûyî li Gaza jiber şerê berdewam û hejmara zêde ya kuştîyan nekarîn bi awayekî serbixwe hejmarên Wezareta Saxlemîyê piştrast bikin.”

Hikûmeta Îsraîlê hefteya borî pirsîbû ku çima hejmarên mirina jin û zarokan ji nişkeve bi nîvî hindiktir bûye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îsraîlê Marmorstein îro got ku mîlîtanên Hamasê bi hejmarên derewîn bîragiştî dixapînin, loma divê agahîyên wan cidî neyên girtin.

"Dubarekirina propagandaya Hamasê ya bê piştrastkirina agahîyên wê, bi îsbatî nîşan daye ku ew ji alîyê naverok û rêbazê ve şaş in,” Marmorstein got.

XS
SM
MD
LG