Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington: Di Civata Ewlekariyê de bo Biryara ser Gazayê bi Yên Din re Dixebitîn


Arşîv: Dengdana li Encûmena Ewlekariyê li Dor Şerê li Gazayê 8ê Kanûna Pêşîn, 2023.
Arşîv: Dengdana li Encûmena Ewlekariyê li Dor Şerê li Gazayê 8ê Kanûna Pêşîn, 2023.

Amerîka roja Sêşemê piştrast kir ku ew bi aliyên din re di Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re kar dike ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên girêdayî pêşniyar biryarekê li ser Gazayê.

Ev pêşniyar ji aliyê Mîrgehên Erebî (Îmarat) ve hatîye pêşkêş kirin û tê de daxwaza rawestandina bilez ya şer tê kirin.

Wezareta Derve ya Amerîka Sêşemê ragihand ku Washington "dê pêşwaziya biryarekê bike ku piştgirîya dabînkirina pêdiviyên mirovî yên Gazayê dike, lê hûrgiliyên biryarnameyê girîng in."

Wezaretê got, "Amerîka bi hevkarên xwe yên di Civata Ewlekariyê de kar dike ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên têkildarî pêşniyar biryara derbarê Gazayê de."

Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku "agirbesteke mirovahî ya dirêjtir dibe ku bigihêje encamekê eger Hamas razî bibe ku dîlan serbest berde."

Naveroka pêşniyar biryarê, ku ji hêla Reuters ê ve hat dîtin, banga "rawestandina lezgîn û domdar ya şer dike da ku rê bide gihîştina alîkariyên mirovahî yên bi ewle û bê asteng".

Nûçegihanê televizyona El-Hurra li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku "endamên Civata Ewlekariyê li ser Gazayê dest bi gotûbêjên girtî kirine" û got ku "hewl hene ku berî dengdana li ser naveroka biryarnameyê li hev bikin."

Biryar bû Civata NY dereng piştî nîvroya Duşemê deng bida baye, lê dema dengdanê hat paşxistin ji bo ku Amerîka razî bibe da ku piştgirîya biryarnameyê bike, an jî hema deng nede.

Jêder: Reuters/Alhurra

XS
SM
MD
LG