Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Biryara Hinartina 300 Çavedêran Bo Sûrîyê Pesend Kir


SYRIA

Netewyên Yêkgirtî roja Şemê di nav dengdanekê de plana hinartina 300 çavedêrên bêçek bo Sûrîyê pesend kir cihê alozîyên dijî-hikûmetê berdewam bûne li gel hindê ku heftîyek bi ser rêkeftina li ser agirbesekê têper bûye.

Civata ewlekarîyê bi têkray dengan roja Şemê biryarek pesend kir ku desethilatê dide Sekerterê Giştîyê NY Ben Kî-moon berhevdanê bike ka rewş bi qasê pêdivî tenahe ku ew çavedêr bên hinartin yan na.

Ew berhevdan dê girêdayî be bi bûyeran li Sûrîyê di nav de dawî hatina tundûtîjiyê li wî welatî.

Ji layek din ve Bizavkar dibêjin teqînan roja Şemê balefirgehek leşekerî li nêzîk paytextî hejand. Hevdem, hikûmet dide zanîn terorîstên çekdar teqînek li nêzîk borîyekê li parêzgeha Deir el Zour li rojhilata welatî pêkanîne.

Civatê berê erê kir bû ku tîmeke ji 30 çavdêran bişîne, lê wiha diyar e jimara kêm ya çavdêran ku nuha li Sûrîyê ne, nikarin bi karê xwe rabin.

Kolonêl Ehmed Himiche, serokê tîma pêşwext ya çavdêran roja Şemîyê got rojnamevanan ew tenê dixwaze balê bide ser karê xwe.

Peyvdarê nûnerê NY, Kofî Annan li Jinêvê got, hin çavdêr nuha berê xwe bajarê Humsê, germtirîn devera pevçûnê navbera hêzên hikûmet û opozisyonê. Ehmed Fewzî got, çavdêrên dixwazin di zûtirîn dem de bigihên Humsê. Birêz Fewzî her wisa da xuya kirin ku dê bêtir çavdêr herin deverên şer lê çê dibe, eger Civata Ewlekarîyê ya NY biryara şandina wan erê bike.

Tevî wisa, çalakvan dibêjin kuştin li Humsê hîn berdewam e. Roja Înê, hin vîdyoyan eşkere kirin ku bi hezaran xelk tevlî protestoyên Hums û Idlibê bûn.

XS
SM
MD
LG